Iraq | Muqtedar Sedr 100 roj dem da kabîneya Mistefa Kazimî
PeyamaKurd – Serokê Bizava Sedr a şîeyên Iraqê Muqteda Sedr, 100 roj dem da hikûmeta nû ya Mistefa Kazimî daku bernameya xwe pêk bîne.
Hikûmeta nû ya Iraqê bi seroktiya Mistefa Kazimî 1ê Gulanê, li parlamentoyê hatibû pesendkirin û ji navê 23 wezîrên kabîneyê 16 hatibûn pesendkirin.
Piştî hefteyek bi ser avabûna hikûmeta Iraqê de çû Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ku di parlamena Iraqê de xwedî hejmara herî zêde ye, daxuyaniyek da.
Sedr wiha got: “Divê Serokwezîrê nû Mistafa Kazimî, desteya wezîran bi temamî diyar bike, reforman bike û bernameya hikumetê pêk bîne, ji bo vê jî 100 roj dema wî heye.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî 120 dem dabû Kazimî daku bernameya hikûmeta nû bicih werîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin