Muqteda Sedr: Kurd û sûniyên Iraqê hêjayî rêz û hezkirinê ne!

22 June 2021 19:19 0 dîtin
Muqteda Sedr: Kurd û sûniyên Iraqê hêjayî rêz û hezkirinê ne!

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr li ser medya civakî peyamek belav kir û tê de ji Îran û Erebistana Siûdî daxwaz kir, kêşeyên navbera xwe çareser bikin û wê Iraq jî ji vê sûdê bistîne.

Muqteda Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Iraq yek ji wan welatan e ku bi du xalan ji welatên din ên herêmê cudatir e, ew jî 'erebbûn û şîebûn', ev nayê wê wateyê ku Kurd û Sunnî li Iraqê rola wan tune, ew hêjayî rêz û hezkirinê ne, lê Iraq li herêmê ji aliyê xwe yê Şîe tê nasîn.”

Sedr diyar kir ku Iraq ketiye navbera du aliyên girîng, ew jî; erebîbûn li rojava, şîebûn li başûr, ango Iraq ketiye navbera nakokiyên erebên sunnî û erebên şîe, em iraqî jî xwedî reng û eslê erebiya kevn in li herêmê, em şanazî bi şîebûna xwe jî dikin.

Rêberê Tevgera Sedr dibêje: “Divê pêwendiyên me ligel hemû cîranên me asayî bibin, nabe em alîgiriya ti welatekî bikin, divê em mijara cîranbûnê bi welatên herêmê re li ber çavan bigrin, em destê xwe nexin kar û barên welatên din, divê em hemaheng û alîkarên hev bin.”

Muqteda Sedr got: “Iraq dikare navbeynkarîyê di navbera Îran û Erebistana Siûdî de bike, em hêvî dikin piştî destbikarkirina Îbrahîm Reîsî weke Serokomarê nû yê Îranê, di aloziyek li herêmê çênebin.”

Sedr di peyama xwe de wiha pê de çû: “Em ji Îran û Erebistana Siûdî daxwaz dikin kêşeyên xwe bi awayekî aştî çareser bikin, destê xwe jî nexin kar û barên Iraqê, çimkî Iraq di destpêka lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê de ye, ev peyama me ji bo Urdin û Sûriyê ye jî, ku bi rêya Erebistana Siûdî û Îranê, destê xwe nexin kar û barên Iraqê.”