Muqteda Sedr bersiva Rexed Sedam Husên da: Li Iraqê cîhê Beisiyan tune ye
PeyamaKurd – Hefteya borî, di hevpeyvîneke li gel kanala El Erebiye de, Rexed Sedam Husên axivî û got, dibe ku rojek ji rojan vegere Iraqê û beşdariyê li proseya siyasî bike.Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr bersiva keça Sedam Husên, Rexed Sedam Husên da.
Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr li ser hesabê xwe yê twîtterê de daxwaz ji ‘’kesên bi şeref’’ li Parlamento û Hikûmeta Iraqê kir, di cîhê desteya lêpirsîn û dadperwerî de, desteya ji kokê ve tunekirina Beis çalak bikin.
Muqteda Sedr diyar kir, li Iraqê cîhê Beisiyan tune ye. Eger bi awayekî nû û di bin naveke din jî bixwazin xwe birêxistin bikin, cîh bo wan tune ye.
Sedr destnîşan kir, eger hewldana avakirina Beis çêbibe, wê demê dê tevgera wan şer bide destpêkirin.
Muqteda Sedr da zanîn, rêveberên siyasî yên gendelkarên Iraqê û Beisî xist yek aliyê teraziyê û ragihand, her du jî dijminên Iraq û gelê wê ne.
Hefteya borî, di hevpeyvîneke li gel kanala El Erebiye de Rexed Sedam Husên diyar kir, dibe ku rojek ji rojan vegere Iraqê û beşdariyê li proseya siyasî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin