Nêçîrvan Barzanî: Em pêswazî li helwesta Muqteda Sedr dikin
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser daxuyaniya ku îro ji aliyê Rêberê Tevgera Sedr ve hat dayîn, peyamek belav kir û helwesta Sedr, wekî helwesteke bi nirx pênase kir.
Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de helwesta Muqteda Sedir a vekişandina alîgirên xwe ya ji Navçeya Kesk a Bexdayê nirxand û pêşwazî li helwesta Sedr kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got,
“Em pêşwaziyê li helwesta niştimanî û berpirsyar a Birêz Muqteda Sedir a bidawîkirina aloziyan û vekişandina alîgirên xwe ya ji Navçeya Kesk dikin. Em hêvîdar in li welêt, ewlehî û aramî bi cih bibe.”
Serokê Herêma Kurdistanê li ser rewşa heyî jî got,
“Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rizgarkirina Iraqê ya ji vê rewşa dijwar, em banga xwe ya destpêkirina diyalogê, ji bo hemû hêz û aliyan dubare dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin