Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Balyoza nû ya Spanyayê kir

28 October 2024 17:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Balyoza nû ya Spanyayê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 28ê Cotmehê pêşwazî li Balyoza nû ya Spanya ya Iraqê Alicia Rico Perez del Pulgar kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî hevdîtinê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyoza Spanyayê kiriye û piştevaniya xwe ji bo serxistina erkê wê nîşan daye.

Herwiha daxwaza Herêma Kurdistanê ya pêşxistina pêwendiyên bi Spanyayê re aniye ziman.

Balyoza Spanî Del Pulgar jî kêfxweşiya xwe nîşan da û got, welatê wê girîngiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re. Ji bo vê jî ew ê kar li ser berfirehkirina hevkariyê di hemû waran de bike, bi taybetî ew sektor û warên ku ji bo herdu aliyan girîng in.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encamên wan, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û metirsiyên li ser aştî û aramiya herêmê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.