Nêçîrvan Barzanî, Balyoza Almanyayê pêswazî kir
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro pêşwaziya Balyoza nû ya Almanyayê ya Iraqê û şanda ligel wê kir.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hat dayîn, hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî, ji bo destbikariya nû, pîrozbahiyê li Balyoza Almanyayê ya Iraqê Christiana Homann kir.
Hat diyarkirin ku herdu aliyan destnîşan kir ku ew ji bo pêwendiyên Almanya û Herêma Kurdistanê kêfxweş in û dê hewil bidin ku ev pêwendiyên baş bi pêş bikevin.
Li gorî hat ragihandin, di hevdîtinê de li ser mijarên ewlehiya Iraqê, xetereya IŞÎDê ya li herêmê, hin ji mijarên hatine nirxandin bûne.
Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya Almanyayê ya di şerê IŞÎDê de spasiya Almanyayê kir û aliyan diyar kir ku “Divê li Iraqê pergala federal were bicihkirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê, li ser vê mijarê got, “Ji bo seqamgiriya Iraqê; divê pergala federal bi awayekî rast û birêkûpêk were bicihkirin.”
Her wiha hat diyarkirin ku mijarên wekî berfirehkirina bazirganiya Almanyayê ya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û rûdanên dawiyê yên li heremê jî, hin ji mijarên ku hatine guftûgokirin bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin