Nêçîrvan Barzanî pêswazî li konsulosê Almanyayê kir

04 July 2018 23:48 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswazî li konsulosê Almanyayê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Konsulosê Almanya civiya û di hevdîtinê de spasiya hikûmeta Almanya kir ku di demên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistan kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulosê Almanyayê yê li Hewlêrê Georg Stockl-Stillfried, û şandeke pê re kir.

Di destpêka civînê de Konsulosê Almanyayê Georg Stockl-Stillfried, diyar kir ku armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye jiber ku dema erkdariya wî weke Konsulosê Almanyayê bi dawî hatiye.

Nav hatî di beşeke din a axaftinên xwe de spasiya dezgehên hikûmeta Kurdistanê kir ku di dema pîwerdariya vî de hevkariya vî kirine û diyar kir ku têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê di asteke baş dene û hêvî xwest ku ev têkiliyên han bihêztir bibin.

Di beşeke din a civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî hêviya serkeftinê bo Konsulosê Almanyayê xwest û spasiya wî kir ku di dema pîwerdariya xwe de hewl daye da ku têkiliyên navbera Kurdistan û Almanayê bihêztir bibin û kêfxweşiya xwe jî ya li hember baş bûna asta têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya hikûmeta Almanyayê jî kir ku di demên dijwar û zehmet de hevkariya Kurdistanê kiriye.

Di beşeke din ya civîna han de behsa prosesa siyasî ya Iraqê, ava kirina hikûmeta nû ya Iraqê û rola Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de hate nîqaşkirin.