Serokwezîr Barzanî, Balyoza Almanyayê pêswazî kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro ligel Balyoza nû ya Almanyayê civiya.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku îro pêşwaziya Balyoza nû ya Almanyayê li Iraqê Christiane Homann û şanda ligel wê hat kirin.
Hat diyarkirn ku Serokwezîr Barzanî, ji bo destbikarbûna nû, pîrozbahiyê li Balyoza nû ya Almanyayê kir û di kar û barên wê de jê re serkeftin xwest û ji bo piştevaniya Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê, spasî kir.
Li gorî hat zanîn, mijara sereke ya civînê, bi taybetî li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û hemfikirbûna li ser pêwîstiya rêzgirtina ji pergala federalî û parastina mafên gelê Kurdistanê û tevahiya pêkhateyan di çarçoveya destûrê de bûye.
Her wiha hat diyarkirin ku Balyoza Almanyayê jî amadebûna welatê xwe ya ji bo pêşvebirina têkiliyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê ya bi taybetî di warê hilberîn û bazirganiyê de nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin