Serokwezîr Barzanî, Balyoza Swêdê pêswazî kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Balyoza Swêdê ya Iraqê û şanda ligel wê qebûl kir. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di hevdîtinê de li ser rewşa ewlehiya giştî û herêmî jî guftûgo hatine kirin.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Balyoza Swêdê ya Iraqê Jessica Svardstrom û şanda ligel wê, ligel Serokwezîr Barzanî civînek li dar xistiye û hat diyarkirin ku di civînê de li ser bipêşxistina pêwendiyên navbera Swêd û Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê guftûgo hatine kirin.
Hat ragihandin ku Balyoza Swêdê pêşkeftin û proseya avedankirina Herêma Kurdistanê bi berzî nirxandiye û daxwaza welatê xwe ya ji bo bihêzkirina pêwendiyên berfireh ên bi Herêma Kurdistanê re haniye zimên.
Her wiha hat eşkerekirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî agahiyan li ser çaksaziyên Kabîneya 9emîn a di warê pir-rengiya aborî, dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî, çûna ber bi hikumraniya elektronîk, asankiriya veberhêneran û peydakirina derfetên nû yên kar de pêşkêş kiriye.
Li gorî hat ragihandin, li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a li ser bingeha destûrê de rewşa penaberan û amadekariyên rûbirûbûna bandorên neyînî yên li ser guherîna keş û hewayê ya li ser jiyana welatiyan, nirxandinên dorfireh hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin