Serokwezîr Barzanî, Balyoza Awustralyayê ya Iraqê pêswazî kir
PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Balyoza Awustralyayê ya Iraqê û şanda ligel wê kir. Li gorî agahiyên li ser serdanê hatin ragihandin, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya giştî û herêmî nirxandin hatine kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Balyoza Awustralyayê ya Iraqê Paula Ganly û şanda ligel wê pêşwazî kir û hat ragihandin ku di hevdîtina hatiye kirin de li ser siyaseta Iraqê û pêvajoya derbasbûna ji xitimîna siyasî dan û stendin hatine kirin û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Awustralyayê hatine nirxandin.
Hat zanîn ku di hevdîtinê de ji aliyê Paula Ganly ve tekezî hatiye kirin ku Awustralya li Iraqê amadekariya welatê xwe dike da ku pêwendiyên dualî bi pêş bixe û hat ragihandin ku hestên hevkarî û hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê nîşan daye.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat destnîşankirin ku Serokwezîr Barzanî di derbarê çaksaziyên Kabîneya Nehem a di derbarê hemecurkirina çavkaniyên dahatê û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de kurteyek pêşkêş kiriye.
Hat diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî amaje bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û giringiya çareserkirina pirsgirêkan a di çarçoveya destûrê de kiriye û xwestiye ku rêz li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û perensîpên hevsengî û beşdariya rasteqîne û ligevkirinê bê girtin.
Her wiha li ser rewşa koçber û penaberan û encamên neyînî yên ji ber guherîna keşûhewaya li Iraq û Herêma Kurdistanê jî dan û stendin hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin