Serokwezîr Barzanî bi balyoza Iraqê ya Erebistana Siûdî re civiya

11 September 2023 18:54 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi balyoza Iraqê ya Erebistana Siûdî re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 11ê Îlonê li Hewlêrê pêşwazî li Balyoza Iraqê ya li Siûdiyê kir.

Hate ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi Balyoza Iraqê ya li Erebistana Siûdî Sefiye El Suheyl re civiya û rewşa Iraq û herêmê hate gotûbêj kirin.

Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê danûstandina fikr û ramanan hat kirin.