Serokwezîr pêswaziyê li Balyoza Kanada ya Iraqê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber bidawîbûna erkê wê û xatir xwestinê pêşwaziya Balyoza Kanadayê ya Iraqê Kathy Bunka kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de, ji ber di dema erka xwe de ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî yên Kanada û Herêma Kurdistanê hewldanên erênî nîşan daye spasiya Balyoza Kanadayê kir û ji bo erkên wê yên siberojê daxwaza serkeftinê lê kir.
Balyoza Kanadayê Kathy Bunka jî daxwaza welatê xwe ya ji bo bihêztirkirina pêwendiyên bazirganî yên bi Herêma Kurdistanê re tekez kir û got: “Biryar e şandeke kompaniyên taybet ên çandiniyê yên Kanadayê di payîza îsal de serdana Herêma Kurdistanê bike.”
Her di wê civînê de li ser rewşa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê gotûbêj hate kirin û amaje bi danûstandinên her du rojên borî yên civînên wezaretên aborî yên Iraqê û Herêma Kurdistanênê yên li paytext Hewlêrê hatin kirin.
Her du alî li ser gringî û pêdiviya domandina danûstandinên vekirî û avaker ên navbera Bexda û Hewlêrê yên li ser bingeha rêzgirtina destûrê û qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn, .

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin