Serokwezîr Barzanî bi balyozê Kanada yê Iraqê re civiya

13 August 2023 15:33 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi balyozê Kanada yê Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Tebaxê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Kanada yê Iraqê Gregory Galligan kir ku ji ber bidawîbûna erka xwe ji bo xatirxwestinê hatibû serdanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya kar û hewlên Balyozê Kanadayê ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê de kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast.

Balyozê Kanadayê pêzanînên xwe ji bo hevahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Balyozxaneya Kanadayê nîşan da.

Di civînê de, girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê jî hatin axaftin. Di civînê de Berpirsa Balyozxaneya Kanada ya li Hewlêrê Tammy Amiz jî amadehî kir.