Serokwezîr Barzanî, Balyozê Rusyayê yê Iraqê pêswazî kir
PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Balyozê Rusyayê yê Iraqê û şanda ligel wî kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser pêwendiyên dualî û siyaseta giştî û herêmî guftûgo hatine kirin.
Li gorî agahiyên ku di derbarê hevdîtinê de hatin parvekirin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Balyozê Rusyayê yê Iraqê Elbrus Kutrashev û şanda ligel wî kiriye û di hevdîtinê de li ser pêşhat û guherînên dawî yên li Iraqê û bidawîbûna aloziyên siyasî guftûgo hatine kirin.
Hat diyarkirin ku mijarên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal jî hatine nirxandin û li ser çareseriya van pirsgirêkan a li ser bingeha destûrê tekezî hatiye kirin.
Her wiha hat ragihandin ku mijarên ewlehiyê yên li dijî kiryarên terorî û pêwendiyên dualî jî hinek ji mijarên girîng ên civînê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin