Serokwezîr Barzanî, pêswaziya Balyozê Rusyayê kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Balyozê Rusyayê yê Iraqê Elbrus Kutrashev û şanda ligel wî kir.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser bipêşxistina pêwendiyên navbera Rusya û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û herêmê hatiye axaftin.
Hat eşkerekirin ku di civînê de li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî guftûgo hatine kirin û hat zanîn ku li ser binemaya destûr û karnameya hikûmetê û dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dan û stendinên dîplomatîk hatine kirin.
Her wiha hat ragihandin ku di beşeke din a civînê de li ser serweriya yasa û parastina ewlehiya welatiyan tekezî hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin