Serokwezîr Barzanî, pêswaziya Balyozê Almanyayê yê Iraqê kir

10 October 2022 15:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, pêswaziya Balyozê Almanyayê yê Iraqê kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Balyozê Almanyayê yê Iraqê Martin Jaeger kir.Hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên siyasî û piştgiriya Pêşmerge hatine nirxandin.

Li gorî agahiyên li ser hevdîtinê hatin ragihandin, Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Hewlêrê Klaus Streicher jî amade bûye û Serokwezîr Barzanî, pîrozbahî li destbikarbûna nû kiriye û hêvî û daxwazên xwe yên serkeftinê ragihandine.

Hat zanîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi pêwendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê kiriye û spasiya hevkarî û piştevaniya hikûmeta Almanyayê ya bi Herêma Kurdistanê re û berdewamiya piştevaniya wan a bi Pêşmerge re kiriye.

Hat ragihandin ku mijareke din a civînê, rewşa giştî ya Iraqê û hewilên ji bo pêkanîna hikûmeta nû bûye. Hat diyarkirin ku Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya rêzgirtina li prensîbên beşdariya rasteqîn a Herêma Kurdistanê ya di biryara siyasî ya Iraqê û hevsengî û lihevkirinê de kiriye.