Serokwezîr Barzanî, pêswaziya Balyozê Romanya yê Iraqê kir
PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Balyozê Romanyayê yê nû yê Iraqê kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Romanya û Herêma Kurdistanê, guftûgo hatiye kirin.
Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevdîtina ligel Balyozê Romanya yê nû yê Iraqê Iacob Prada de pîrozbahî li destbikarbûna wî ya nû kiriye. Hat zanîn ku Serokwezîr Barzanî, ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Romanyayê jî di erka wî de serkeftin xwestiye. Hat zanîn ku Balyozê Romanyayê jî amadehiya welatê xwe ya ji bo pêşvebirina pêwendiyan û firehkirina derfetên hevkarî û hevahengiyê yên ligel Herêma Kurdistanê ya hemû waran, nîşan daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin