Serokwezîr Barzanî pêswazî li Balyozê Almanyayê kir

21 June 2022 17:35 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî pêswazî li Balyozê Almanyayê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 21ê Hezîranê roja Sêşemê pêşwazî li Balyozê Almanya yê Iraqê Martin Jaeger û şanda pê re kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Almanya yê Iraqê, li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanya bi taybet di warê aborî û veberhênanê de gutûgo kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku rewşa giştî û guhartinên dawî yên Iraqê û girîngiya berdewambûna piştevanîkirina hêzên Pêşmerge di şerê terorê de û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.