Serokwezîr Barzanî, Balyoza Swîsreyê pêswazî kir

06 June 2023 17:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, Balyoza Swîsreyê pêswazî kir

PeyamaKurd- Ji Ofîsa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Balyoza Swîsreyê ya Iraq û Urdinê pêşwazî kir.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Balyoza Swîsreyê ya Iraq û Urdinê Emilia Georgiova û şanda ligel wê pêşwazî kir û hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de li ser pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û bipêşxistina pêwendiyên dualî nirxandin hatiye kirin.

Li gorî hat ragihandin, Serokwezîr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo bipêşxistina pêwendiyên ligel Swîsreyê û sûdwergirtina ji ezmûna wê ya pêşketî ya di warên cuda de dubare kir.

Her wiha hat zanîn ku Balyoza Swîsreyê jî li ser geşebûn û prosesa avedankirina Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî di warên pîşesazî û dan û stendinên bazirganî de nîşan da.

Di berdewamiya agahiyan de hat diyarkirin ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de girîngiya dabînkirin û rêzgirtin ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, rewşa kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê û amadekirina bingeha vegera xwebexş a ji bo cihên xwe gotûbêj kirin.

Herî dawî jî hat diyarkirin ku rûbirûbûna bandorên neyînî yên guherîna keş û hewayê û girîngiya parastina çavkaniyên avê jî ji mijarên hevdîtina dualî bûn.