Muqteda Sedr spasnameyek belav kir...
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedr a Şîeyên Iraqê Muqteda Sedr, li ser beşdariya merasîmên Erbaîn ên li Kerbelayê peyameke spasiyê belav kir.
Sedr di peyama xwe de got, “Beşdariya bi milyonan şîeyan di merasîma Erbaîn de, nîşaneya daxwaza ji dil a herî mezin bo reforman e.”
Muqteda Sedr li ser medya civakîragihand, “Ez spasiya hêzên ewlekariyê dikim ku bi hevkariya xwe hiştin ku bi awayekî serkeftî merasîmên Erbaîn ên Îmam Huseyîn birêve biçin.”
Herwiha Sedr, diyar kir, merasîmê hiştiye ku ji gelek aliyan ve girêdana şîeyan bi baweriya wan û rêgezên wan ve zêdetir bibe.
Hêjayî gotinê ye, îsa merasîma Erbaîn piştî krîza siyasî û aloziyên li Iraqê pêk hat ku aliyên siyasî yên Iraqê hewl didin xitimandina siyasî derbas bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin