Çend kesên nenas li Silêmaniyê êrîsî baregeha PDKê kirin

30 January 2021 11:00 0 dîtin
Çend kesên nenas li Silêmaniyê êrîsî baregeha PDKê kirin

PeyamaKurd – Di destê sibeha îro de, li Silêmaniyê, çend kesên nenas gulle bera baregeha navçeya 1 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dan.

Li gor zanyariyan, vê sibê, di saet 06:13ê de gulle li baregeha navçeya 1 a Partita Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Silêmaniyê hatin berdan.

Herwiha jêderekî ji bûyerê agahdar diyar kiriye, bi otomobîleke cûreya Toyata Land Cruiser, nêzîkî 20 gulle li baregehê hatin berdan.

Hatiye destnîşankirin, ku tenê zerarên madî derketiye û zerar negihiştiye canê tu kesî.