Kesên nenas êrîsî gora hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Mamlê kirin
PeyamaKurd – Li Mahabadê, gora hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Mamlê rastî êrişa kesên nenas hat.
Li gor malpera Rojhilat a bi navê “haje.ir”, ku nûçeyên taybet li devera Mukriyan ya Rojhilatê Kurdistanê belav dike, gora hunermendê navdar Mihemed Mamlê, ku li bajarê Mehabadê ye, rastî êrîşa kesên nenas hatiye.
Agahî destnîşan dikin, kesên bi boyaxê navnîşan û nivîsên li ser kêlka Mamlê reş kirine û heqaret li gora wî kirine.
Malbata Mamlê li hember êrîşê nerazîbûna we nîşan daye û daye zanîn, bila bizanin ku ew nikarin bi wan reftarên pûç, dîrok û mezinahiya Mihemed Mamlê biçûk û reş bikin. Tenê rûreşî bo wan kesan dimîne.
Heta niha berpirsên bajêr tiştek li ser wê rûdanê negotine.
Mihemed Mamlê, di sala 1925an de li bajarê Mehabadê ji dayik bûye û di sala 1999an de jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin