Kerkûk | Kesên êrîsî ofîsa Saxewan Ebdullah kiribûn hatin girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku êrîşkarên bi çekan êrîş biribûn ser ofîsên Kerkûkê yên Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah hatin desteserkirin.
Şaxewan Ebdullah ji medya Kurdistanê re ragihand ku hemû êrîşkarên îro 20ê Mijdarê danê sibehê, bi çekan êrîşî ofîsên wî yên li Kerkûkê kirine hatine girtin.
Ebdullah da zanîn ku otomobîla Toyota Camry ya ku êrîşkaran dema êrîşê bikar anîye jî hatiye dîtin û ew dê hûrgiliyên derbarê mijarê de paşê parve bike.
Hêjayî gotinê ye, êrîşkaran bi ser ofîsên Şaxewan Ebdullah de gule reşandibûn û parêzvanên ofîsan jî bersiva êrîşê dabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin