Serêkaniyê | 20 dikanên welatiyan ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatin hilwesandin
PeyamaKurd – Li gundekî Serê Kaniyê, 20 dikanên welatiyan ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatin hilweşandin û 30 dikanên din jî hatin desteserkirin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, Encûmena Xwecihî ya Serê Kaniyê, gef li xwediyên 50 dikanên li gundê Tel Helef ê li rojavayê Serê Kaniyê xwariye, eger ew dikanan nedin çekdaran, wê wan hilweşînin.
Rewangehê diyar kir, piştî gefên Encûmena Xwecihî ya Serê Kaniyê, xwediyên 30 dikanan, dikanên xwe vala kirin û deriyên wan rakirin.
Herwiha hat eşkerekirin, xwediyên 20 dikanan biryara Encûmena Xwecihî red kirin, ji ber wê jî komên çekdaran ew 20 dikanên bazirganiyê hilweşandin.
Komên çekdaran bihaneyan digirin ku ev dikan li ser milkên dewletê "giştî" hatine çêkirin. Lê li gor çavkaniyên Rewangehê, ev dukan ji 20 salan ve li wê deverê hatine avakirin, ango ji dema ku rejîm li deverê bû.
Serê Kaniyê ji Mijdara 2019an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve hatiye dagîrkirin, ji wê demê de jî çekdar destê xwe danîne ser gelek mal û milkên welatiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin