Minbic | 2 çekdarên DAISê ji aliyê HSDê ve hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Minbicê 2 çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin desteserkirin.
Li gor Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, yekîneyên taybet ên HSD û bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî, 2 çekdarên DAIŞê (Macid Mihemed El-Mihemed Hilal û Husên Hesen El-Şerîf) li bajarê Minbicê desteser kirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê eşkere kir, ev herdu çekdar ji sala 2016an ve tevlî DAIŞê bûne û beşdarî di kiryarên teroristî de kirine.
Ev di demekê de ye, Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê meha borî ragihandibû ku bi dehhezaran çekdarên DAIŞê di zîndanên wan de girtî ne û ev yek li ser mile wan bûye barekî giran, êdî ew ê dest bi dadgehkirina çekdarên DAIŞê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin