Aliyên serê Sûdanê li ser parastina welatiyan li hev kir

12 May 2023 20:39 0 dîtin
Aliyên serê Sûdanê li ser parastina welatiyan li hev kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez ku ev du hefte zêdetir e şerê hevdu dikin, li ser parastin û vekirina korîdorên veguhestina sivîlan bêyî ragihandina agirbestê li hev kir.

Li gorî berpirsên Amerîkayê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ragihandine ku ew ê pabendî parastina sivîlan, hêsankirina derbasbûnê ji herêmên şer re bin û hemû tedbîran ji bo welatî zirarê nebînin, bigirin.

Di çarçoveya "Danezana Cedayê" de, wê her du alî parastina hemû cihên stratejîk û giştî bikin, kiryarên revandina bi darê zorê û girtina welatiyan û mertalên mirovî, qedexe bikin.

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, gotiye ev lihevkirin ne lihevkirineke çalak a şer e, lê ji bo vê yekê gavek e û girîng e.

Di şer û pevçûnên Sûdanê de, heta niha zêdetirî milyonek welatî koçber bûne û herwiha nêzî hezar kes jî hatine kuştin.