Biden gefa sepandina cezayan li herdu aliyên serê Sûdanê xwar!
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser şer û pevçûnên herdu hêzên Sûdanê ku bûne sedema nêzî hezar kuştiyan ragihand, divê aloziya li Sûdanê bi dawî bibe û gefa sepandina cezayan bi ser aliyên şerê Sûdanê de xwar.
Serokê Amerîkayê got: “Divê pevçûna li Sûdanê bi dawî bibin. Aloziya li Sûdanê çêdibe karesateke trajîk e û xiyanet e li gelê Sûdanê ku dixwazin ber bi demokrasiyê ve biçin.”
Herwiha Biden gefa sepandina cezayan li berpirsên şerê navxweyî yê Sûdanê xwar û diyar kir, ew aliyên ku li Sûdanê bûne sedema bikaranîna tundûtîjiyê li dijî sivîlan û sûcên li dijî mafên mirovan kirine, dihêlin ku pêvajoya demokrasiyê têk biçe û divê bên cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin