Joe Biden: Buha, ji ber kirinên herdu welatan zêde dibin

09 October 2022 17:39 0 dîtin
Joe Biden: Buha, ji ber kirinên herdu welatan zêde dibin

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji ber zêdebûna buhayên sotemeniyê, Erebîstana Siûdî û Rusya tawanbar kir. Biden da zanîn ku ev zêdahî, ji ber kirinên herdu welatan çêdibe.

Joe Biden ragihand ku zêdebûna buhayê sotemeniyê, ji ber kirinên Rusya û Erebîstana Siûdî ye û li ser vê tawana xwe, van hûrgiliyan parve kir:

“Min buhayê serê her galona sotemeniyê, daxist 1,6 dolaran. Lê belê buhayên sotemeniyê, ji ber kirinên Rusya û Erebîstana Siûîdî zêde dibin. Ev kar, li vê derê neqediyaye.”

Biden, bi vê daxuyaniya xwe nerazîbûn nîşanî biryara rêxistina welatên ku petrolê hinarde dikin (OPEC) a ku ji aliyê Rusyayê ve hatiye damezirandin da ku OPECê biryar daye hilberîna petrolê rojane 2 milyon varîlan kêm bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, piştî vê biryara OPECê cara yekemîn e ku li serdana kargeha kompaniya otomotîvê nirxand.

Beriya nirxandina Biden, ji Koşka Spî jî daxuyaniyek hatibû dayîn û hatibû ragihandin ku OPEC û Rusya, li heman aliyî cih digirin.