Biden: Gefa Putin a çekên nukleerî, rast e!
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku gefa Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a bikaranîna çekên nukleerî yên taktîkî, rast e.
Joe Biden, li eyaleta Kaliforniyayê di çalakiya komkirina dravan de ev axivî û bal kişand ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê. Biden di axaftina xwe de got,
“Dema ku ez nêzî du sal berê hatibûm vê derê û min gotibû ku ez xemgîn im ku çemê Kolorado zuha bibe, her kesî mîna ku ez dîn bim li min nihêrtibû. Dema ku ez dibêjim ez ditirsim ku Putin çekên nukleerî yên taktîkî bi kar bîne, ez heman awiran dibînim. Lê ev xetereyeke rastîn e.”
Putin, hefteya borî ragihandibû ku sewqiyata ewil a çekên nukleerî yên taktîkî ji bo Belarusê temam bûye.
Serokê Dewletê Belarusê Aleksander Lukaşenko û Putin, di 25ê Adarê de peymana bi cihkirina çekên nukleerî destnîşan kiribûn. Di vê çarçoveyê de sewqiyata yekemîn hat kirin.
Rêvebiriya Biden, Kremlin tawanbar kir ku bi darê zorê çekên nukleerî li Belarusê bi cih dike. Li aliyê din Rusyayê ev yek red kir û diyar kir ku Amerîka bi salan çekên nukleerî dide Ewropayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin