CIA: Gefa Rûsyayê ya bikaranîna çekên nukleerî ne vala ye
PeyamaKurd-Navenda Teşkîlata Îstîxbarata Amerîkayê (CIA) li ser gefa Rûsyayê ya bikaranîna çekên nukleerî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gefa Rûsyayê ne vala ye lê me delîleke berbiçav a ku Rûsya vê gefê cîbicî bike jî nedîtiye.
Serokê CIAyê William Burns, li ser dagirkeriya Rûsyayê ya Ukraynayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku hegera bikaranîna êrîşa mezin a nukleerî ya Rusyayê, welatên Ewropayê xistiye nav xofê. Serokê CIAyê got, serîlêdana bikaranîna çekên nukleerî ya Rûsyayê ne gefeke berhewa ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Kremlîn xwedî cebilxaneya herî mezin a nukleerî ya cîhanê ye. Lê ligel vê yekê jî heta niha pêkanîneke ku tirs û xofê bihêz bike, nehatiye dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin