Ji Polonyayê hemleya çekên nukleerî li dijî Rûsyayê!
PeyamaKurd – Polonyayê ragihand ku ew amade ne li ser axa xwe çekên nukleerî bicih bikin.
Serokomarê Polonya Andrzej Duda diyar kir, ger NATO biryara bihêzkirina baskê rojhilat bide, ew amade ne li ser erda welatê wan çekên nukleerî bên bicihkirin.
Duda di hevpeyvîneke ligel rojnameya Fakt a Polonyayê de gotiye, Rûsyayê hêzên li herêma Kaliningrad a rojava zêde kirine û di demên dawî de, çekên nukleerî jî veguhestine Belarûsê.
Serokomarê Polonya da zanîn, “Ger hevpeymanên me, biryarê bidin baskê rojhilat ê NATOyê bihêz bikin, em ji bo bicihkirina çekên nukleerî amade ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin