Rûsyayê bi eskereyî gefa bikaranîna çeka nukleerî xwar!

22 August 2022 21:03 0 dîtin
Rûsyayê bi eskereyî gefa bikaranîna çeka nukleerî xwar!

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov, bi awayekî eşkere gefa bikaranîna çeka nukleerî xwar û got, heger Rûsya û hevpeymanên wê rastî êrîşê bên,ew ê çeka nukleerî li dijî wan bikar bînin.

Ryabkov ji weşata rûsî İzvestiyayê re axiviye û bal kişandiye ser Pêymana Kêmkirina Çekên Stratejîk ên Êrîşê (START) û gotiye, pêwîste li şûna wê peymana ku ne zelal e peymaneke din bê girêdan.

Herwiha Ryabkov gef li welatên NATOyê xwar û diyar kiriye, heger welatên NATOyê xetên sor derbas bikin û daxilî şerê ligel Ukraynayê bibin, wê ev yek gelekî xeter be û di encamê de, wê bigihîje heta bikaranîna çekên nukleerî di navbera aliyan de.

Rabkov daye xuyakirin, mimkun e Rûsya tenê dema êrîşek pêk were wekî bersiva lezgîn çeka nukleerî bikar bîne û gotiye, pêwîstî bi îhtimalan û fanteziyan nîne.