The Guardian | Rûsyayê 4 senaryoyên bikaranîna çeka nukleerî eskere kir...
PeyamaKurd – Şerê ku Rûsyayê ji 24ê Sibatê ve li dijî Ukraynayê daye destpêkirin, tevî berdewamkirina danûstandinên aştiyê di navbera aliyan de jî bi hemû dijwariya xwe dewam dike.
Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dimitry Medvedev, demeke ku şer dewam dike de, ji rojnameya Îngilîzî The Guardian re axivî û bal kişand ser senaryoyên egera bikaranîna çekên nukleerî.
Medvedev 4 senaryo eşkere kirin û got: “Ger ev 4 senaryo li hember me pêk bên, em ê hêza xwe ya jêveger a nukleerî bikar bînin.”
Senaryoyên ku dê bibin sedema êrîşa nukleerî wiha hatine eşkere kirin:
1. Ger êrîşa bi moşekên nukleerî li hember Rûsyayê bê kirin.
2. Ger çêkên cûrbicûr ên nukleerî li hember Rûsya û hevpeymanên wê bên bikaranîn.
3. Ger li hember ‘Binesaziyên Krîtîk’ ên nukleer ên Rûsyayê êrîş bên kirin û jêvegeriya nukleerî were paşxistin.
4. Ger hewil bê dayîn, çalakiyên êrîşkar û metirsîdar li ser Rûsya û hevpeymanên wê bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin