Rûsyayê dest bi amadekariyên cîbicîkirina biryara bikaranîna çeka atomî kirin

01 March 2022 11:02 0 dîtin
Rûsyayê dest bi amadekariyên cîbicîkirina biryara bikaranîna çeka atomî kirin

PeyamaKurd Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, dest bi amadekariyên cîbicîkirina biryara Serokê Rûsyayê ya li ser bikaranîna çeka atomî kirine.

Li gor ajansa Interfaks a Rûsî da zanîn, ji bo cîbicîkirina biryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Wezareta Berevaniyê dest bi amadekirina çeka atomî kiriye, tevî wê, hejmara serbazên xwe li Ukraynayê zêde dikin.

Herwiha kovara Foreign Policy eşkere kiriye, Moskow hêzên din ên serbazî yên yedeg dişîne Ukraynayê, ji bilî vê, hêzên xwe pir çek dike. Hêjayî gotinê ye ku artêşa Ukraynayê behsa gelek qurbaniyên di rêzên artêşa Rûsyayê de dike.

Artêşa Rûsyayê do Duşemê 28ê Sibata 2022yan destnîşan kir, divê demildest Kîev were valakirin, çimkî artêşa Ukraynayê welatiyan weke mertala mirovî bi kar tîne.

Herwiha Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, daxwaza derketina welatiyan ji Kîevê kir û diyar kir, tîma çeka atomî hindik maye karên xwe temam bikin.

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê di malpera xwe ya ferî de vîdeoya nimayîşa çeka xwe ya atomî belav kiriye û yek ji çekên stratejîk ên welatê xwe bi nav dike û eşkere kiriye, di dema bersivdana her dijminkariyek li dijî Rûsya û hevpeymanên wê de, çeka atomî bi kar tînin.