Serlêdana tehlîyekirin û cîbicîkirina biryara Dadgeha Destûrê hat kirin

23 June 2020 16:20 0 dîtin
Serlêdana tehlîyekirin û cîbicîkirina biryara Dadgeha Destûrê hat kirin

PeyamaKurd - Parêzerên Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ji bo serbest were berdan serî li Dadgeha Enqerê da.

Parêzerên Demîrtaş, ji bo cîbicîkirina biryara Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê ya 9ê Hezîranê ku li ser girtina Demirtaş li ser binpêkirina mafên wî biryara tehliyekirin û qerebûkirina 50 hezar lîreyê dabû, serî li Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar li Enqerê dan.

Parêzerên Selahattin Demîrtaş; Mahsuni Karaman, Benan Molu, Ramazan Demir, Aygul Demirtaş Gokalp û Sertaç Buluttekin ragihandin, Demîrtaş ji ber lêpirsînekê heta niha girtî ye lê ew ne gûmanbarê wê lêpirsînê ye.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ji bo Demirtaşê ku ji 4ê Mijdara 2016an ve girtiye, biryar dabû ji ber ku ji dema pêwîst zêdetir di girtîgehê de maye û were berdan û biryara 50 hezar lîre qerebûkirina wî dabû.