Ji Dadgeha Iraqê biryara cîbicîkirina madeya 140 a destûrê
PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê biryar da ku karkirina bi madeya 140 a Destûra Iraqê berdewam be, heta wê dema ku hemû birgeyên wê têne cîbicîkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî dest bi kar kir, di hevdîtinên ligel rayedarên Iraqî li Bexdayê û Hewlêrê li ser çareserkirina kêşeyên navbera herdu aliyan dabû xuyakirin ku ew li ser kar dikin hemû pirsgirêk li gorî destûrê bên çareserkirin ku rewşa Kerkûkê û madeya 140 jî di wê çarçoveyê de tên nirxandin.
Berdevkê Dadgeha Bilind a Ferderal a Iraqê, Eyas Samûk ragihand: “Karkirina bi madeya 140 a Destûra Iraqê dê berdewam be, heta ku hemû birgeyên wê têne cîbicîkirin, ji ber ku beşek ji birgeyên vê madeyê nehatine cîbicîkirin.”
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê herwiha ragihand, “biserdeçûna dem û maweya cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê, girêdayî cewherê madeyê bi xwe ve nîne û pêwîst e hemû birgeyên wê madeya destûrî bêne cîbicîkirin.”
Beriya niha gelek berpirs û serkirdeyên partiyên siyasî yên Iraqê îdia dikirin ku dema madeya 140 derbas bûye û êdî kar bi wê madeyê nayê kirin.
Madeya 140 a Destûra Iraqê têkildarî çareserkirina pirsgirêka navçeyên nakok yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ma ye ku Kerkûk yek ji wan navçeyan e û hîn rewşa wê nehatiye çareserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin