Rûsyayê dîsa gefa bikaranîna çeka atomî xwar: Em dikarin ji aliyê teoriyê ve çekê bi kar bînin

03 September 2022 16:32 0 dîtin
Rûsyayê dîsa gefa bikaranîna çeka atomî xwar: Em dikarin ji aliyê teoriyê ve çekê bi kar bînin

PeyamaKurd – Rûsyayê dîsa gefa bikaranîna çeka atomî xwar û diyar dike ku di siyaset û prensîpa serbazî ya welatê wan de rêgirî li bikaranîna çeka atomî nayê kirin.

Li gor Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Riyabkov diyar kir, Moskow dikare çeka atomî bi kar bîne, "eger gef li hebûna wan were xwarin".

Herwiha Sergey Riyabkov eşkere kir: “Ez bînim bîra we ku prensîpa serbazî ya Rûsyayê û belgenameyeke wek 'bingehên siyaseta dewleta Rûsyayê di warê qedexekirina bikaranîna çeka atomî de' hemû wan senaryoyan diyar kiriye ku em dikarin ji aliyê teoriyê ve çekê atomî bi kar bînin.”

Di berdewamiyê de Riyabkov li ser senaryoyên ku hikûmeta wî neçar dike çeka atomî bi kar bîne destnîşan dike, "eger bi çeka atomî an her çekek asayî êrîş bi ser welat û hevpeymanên me de were kirin, em ê jî çeka atomî bi kar bînin."

Riyabkov destnîşan kir, Rûsya û welatên din nîgeraniya xwe di belavbûna çeka atomî û veguhestina wê ji Amerîkayê ji bo derveyî Ewropayê de nîşan dane.

Herî dawî Sergey Riyabkov daxwaz ji Amerîka û hevpeymanên wê yên di NATOyê de dike, şêwazeke cuda bigrin ber xwe û hest bi berpirsyariyê bikin, weke çawa Rûsya dike.