Rûsyayê dîsa gef xwar: Çeka herî pêsketî…

11 December 2022 15:57 0 dîtin
Rûsyayê dîsa gef xwar: Çeka herî pêsketî…

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiya Rûsyayê Dmitry Medvedev, gef li welatên Rojava xwar û got, Rûsyayê hilberîna çekên herî pêşketî zêde kiriye.

Dmitry Medvedev di axaftineke xwe ya li ser rojevê de ragihand ku Rûsya ji bo li hember welatên Rojava yên piştevaniya Ukraynayê dikin rabe, di çarçoveya prensîbên fizîkî de hilberîna ‘çekên herî pêşketî’ zêde kiriye.

Medvedev got: "Dijminê me li Ewropayê li Amerîkaya Bakur, Japonya, Avustralya û New Zelanê li gelek deverên Naziyên modern sond xwarine cî girtine. Ji ber vê jî em hilberîna çekên herî pêşketî zêde dikin. Yên girêdayî prensîbên nû jî di nav de.”