Balafirek barhilgir a Rûsyayê ket xwarê: Herî kêm 4 kesan can dan

24 June 2022 13:33 0 dîtin
Balafirek barhilgir a Rûsyayê ket xwarê: Herî kêm 4 kesan can dan

PeyamaKurd – Balafirek barhilgir a Rûsyayê li bajarê Ryazan a li başûrê rojhilatê paytexta Rûsyayê Moskowê ket xwarê û di encama bûyerê de, herî kêm 4 kesan can dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Yekîneya Bersivdana Qeyranê ya Ryazanê îro bi rêya ajansa fermî ya Rûsyayê TASSê daye zanîn, balafir di dema perwerdeyê de bû û tu kelûpel hilnegirtibû. Dema ku tîmê hewl daye dakeve, motora balafirê têk çûye û dema ku li erdê ketiye ji hev ketiye.

Rêveberiya Xwecihî ya Ryazanê eşkere kiriye: “Li gor agahiyên destpêkê, di qezayê de 4 kesan can dane.”

Rêveberiya Xwecihî ya Ryazanê di berdewamiyê de destnîşan kiriye: “Balafir li qadeke nêzî cihên niştecihbûnê ket û agir bi derdorê ket, lê paşê hat kontrolkirin. Li gorî şahidan, bûyer bi saeta Moskowê (Hewlêr jî di heman demê de ye) di saet 04:00an de rû da. Cihê ketina balafirê 200 kîlometre li başûrê Moskowê ye.”

Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê eşkere kir, 5 kesên birîndar jî ku endamên tîmê bûn, rakirin nexweşxaneyê.