Joe Biden, li ser gefa nukleerê axivî: Putin henekan nake!

07 October 2022 14:30 0 dîtin
Joe Biden, li ser gefa nukleerê axivî: Putin henekan nake!

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser gefa Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a bikaranîna nukleerê axivî. Biden diyar kir ku ev metirsî, yek ji xetereyên herî mezin e û Putin di vê mijarê de henekan nake.

Joe Biden, li New Yorkê di dema hevdîtina ligel bexşandêrên demokrat de axivî û rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand. Biden di daxuyaniya xwe de bal kişand ser gefa nukleerê ya ku ji aliyê Rusyayê ve bê bikaranîn û wiha got:

“Ji Qeyrana Moşeka Kubayê û bi vir ve ye, cara yekemîn e ku em li hember gefa rûbirûbûna bikaranîna çeka nukleerî ne. Em ji qeyrana Kennedy û moşekê bi vir ve li hember hegera jiyankirina mehşerê re rû bir û nemabûn.

Putin, di mijara hegera bikaranîna çeka taktîkî ya nukleerî, çeka biyolojîk an jî çeka kîmyewî de henekan nake lewra hewila birêvebirina artêşa Rusyayê, di asteke cidî de kêm bûye.”

Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di meha borî de banga seferberiya beşkî ya ji bo şer kiribû û di wê banga xwe de jî li ser hegera ku axên Rusyayê bikevin bin metirsiyê, gefa bikaranîna hemû rêyan xwaribû.