Kesê ku gefa kustina Biden xwaribû di pevçûna polîsan de hate kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku kesê gef li Serokê Amerîkayê Joe Biden xwaribû di dema ku tîmên FBIyê dixwestin wî desteser bikin, di pevçûna rû da de hate kuştin.
Li gorî daxuyaniya Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) tîmên wan dema ku xwestina tohmetbarê bi navê Craig Deleeuw Robertson li bajarê Salt Lake City ê Utahê desteser bikin, pevçûn derketiye û tohmetbar li mala xwe hatiye kuştin.
Li gorî dosyeya ku radestî dadgehê hatiye kirin, wî kesî li ser medya civakî parvekirineke gefa kuştina Biden û Kamala Harris kiriye û gotiye, niha dema sûîqesta wan e.
Li mala Robertsonê 75 salî tivingeheke nîv otomatîk jî hatiye dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin