Biden: Kustina Nasrallah pîvana edaletê ye

29 September 2024 08:23 0 dîtin
Biden: Kustina Nasrallah pîvana edaletê ye

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser kuştina Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah di êrîşa Îsraîlê de got, "Amerîka li dijî rêxistinên terorîst ên Hizbullah, Hemas û Hûsîyên ku Îran piştevaniya wan dike” piştevaniyeke tam dide Îsraîlê.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Biden gotiye, “Koma Hizbullaha terorîst di nav 40 salan de. Berpirsê kuştina bi sedan Amerîkiyan e.”

Herwiha Biden li ser kuştina Nasrallah diyar kir, “Ji bo bi hezaran Amerîkî, Îsraîlî û sivîlên Lubnanî yên bûne qurbanî, pîvana edaletê ye.”