Hem DEM Partiyê hem jî HUDA PARê kustina Nasrallah sermezar kir

29 September 2024 11:03 0 dîtin
Hem DEM Partiyê hem jî HUDA PARê kustina Nasrallah sermezar kir

PeyamaKurd – Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogulları û Partiya Doza Azad (HUDA PAR) kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah şermezar kirin.

Hevserokên DEM Partiyê bi daxuyaniyeke nivîskî banga rawestandina êrîşên Îsraîlê li dijî sivîlên li Lubnanê kirin û ji raya giştî ya navneteweyî û Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî xwestin, li dijî êrîşkariya Îsraîlê tavilê bertek nîşan bide.

Di daxuyaniyê Bakirhan û Hatimogullari de wiha hate gotin: “Em kuştina sekreterê Hizbullahê Hesen Nasrallah şermezar dikin ku di encama êrîşkirina Îsraîlê ya bi ser Beyrûdê de pêk hat. Ji bilî kûrkirina krîza li herêmê encameke din dê bi xwe re neyîne êrîşên Îsraîlê yên sîberî ku rêvebiriya Hizbilahê kirin armanc. Ji bo gelên Îsraîl, Filistîn û Lubnanê bi aştiyeke domdar bi hev re bijîn û krîzên herêmî bi mizakereyan çareser bibin, em bang li hêzên herêmê dikin ku bi rola xwe rabin.”

Li aliyê din Partiya Doza Azad (HUDA PAR) jî kuştina Nasrallah bi daxuyaniyekê şermezar kir û ragihand: “Em rehma Xwedê ji şehîdên Filistîn û Lubnanê re dixwazin û ji birîndarên wan re jî şîfaya xêrê dixwazin. Em neletê li şebekeya terora siyonîst tînin ku ji ber xemsara pergala heyî û ji belavbûna misilmanan cesaretê werdigire û qirkirina xwe didomîne. Em sersaxiyên xwe ji malbat û hevalên şehîdan re û ji gelê Lubnanê yê dost û bira re dişinin.”