HUDA PARê DEM Partiyê pîroz kir

01 April 2024 15:15 0 dîtin
HUDA PARê DEM Partiyê pîroz kir

PeyamaKurd - Namzedê Şaredariya Batmanê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, ji ber di hilbijartinê de bi ser ket namzeda şaredariyê ya DEM Partiyê Gulîstan Sonuk pîroz kir.

Namzedê HUDA PARê yê Batmanê Serkan Ramanli ku di hilbijartinan de hevrikê Gulîstan Sonuk bû, di peyama xwe ya bi ser hesabê xwe yê medyaya civakî ve belav kir de pîrozbahî li Gulîstan Sonuk kir.

Serkan Ramanli di peyama xwe de wiha got:

“Encamên hilbijartinê ji bo tevahiya welatê me bi sûdwer bin. Ji ber serkeftina di hilbijartina Batmanê de ez DEM Partî û Hevşaredar Xanim Gulistan Sonuk pîroz dikim. Me li piraniya herêmên xwe dengên xwe zêde kirin û ji bo xwe serkeftin bi dest xistin. Di vê hilbijartina ku gelê me peyamên gring dan partiyên siyasî de, divê her kes para xwe dersan jê werbigire."