Netanyahû: Fermana kustina Nasrallah min da, mîmarê nehistina Îsraîlê bû

29 September 2024 10:00 0 dîtin
Netanyahû: Fermana kustina Nasrallah min da, mîmarê nehistina Îsraîlê bû

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, derbarê kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasralah de yekem car axivî û got, fermana kuştinê wî daye.

Netanyahû got, “Ew gavek bû ku dê salên pêşiya me hevsengiya hêzê ya li herêmê biguhere” û wiha pê de çû: “Me ji qatilekî hesab pirsî ku ji kuştina gelek welatiyên Amerîka û Fransayê berpirsiyar e.”

Netanyahu diyar kir, “Nasralah motora sereke ya mîhwera xerabiyên Îranê bû” û da zanîn ku Nasralah û hevalên xwe mîmarên plana nehiştina Îsraîlê bûn.

Binyamîn Netanyahu ragihand, “Ne tenê Îranê ew dixist nava tevgerê, di gelek rewşan de wî jî Îran dixist nava tevgerê. Kuştina Nasralah ji bo ku em bigihin armancên xwe şertekî sereke bû. Eger ew sax bûya dikaribû şiyanên Hizbulahê bi awayekî bilez rehabîlîte bikira. Min jî ferman da û Nasralah êdî ne bi me re ye.”

Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê got ku wê kuştina Hesen Nasralah bandorê li vegera dîlan jî bike û wiha axivî: “Ne tenê dê şêniyên bakur vegerin malên xwe, di heman demê de dê vegera dîlên me yên başûr jî bi lez bibe û gavek bû ku dê salên pêşiya me hevsengiya hêzê ya li herêmê biguhere. Rojên pêşiya me dê hinek zehmetî bên pêşiya me lê em dê ji heqî wan derkevin.”

 Netanyahu destnîşan kir, “Kî êrişî me bike em ê jî êrîşî wan bikin. Li Îranê û Rojhilata Navîn cihek nîne ku destê dirêj ê Îsraîlê negihiyê. Hûn îro dizanin bê ev çi qasî rast e. Dijminên me beriya niha bi salekê êrişî me kir û ew difikirîn ku Îsraîl ber bi nemanê ve diçe. Piştî salekê êriş li ser êrişê, serkeftin li ser serkeftinê. Ew fêhm dikin bê ma hêviyên wan çawa şikestin.”