Netanyahû: Kustina Deif nediyar e!

14 July 2024 08:48 0 dîtin
Netanyahû: Kustina Deif nediyar e!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû derbarê êrîşa Îsraîlê ya Şerîda Xezeyê de ku 90 Filîstînî hatibûn kuştin de daxuyanî da.

Netanyahû got, ew hîn jê piştrast nebûne ku lîderê Lîwayên Qesam ên Hemasê Muhammed Deif hatiye kuştin yan na.

Netanyahû li Wezareta Berevaniya Îsraîlê da xuyakirin, hîn kuştina Deif nediyar e û got, ew dê xwe bigihînin hemû lîderên Hemasê û bi zêdekirina fişara leşkerî ya ser Hemasê de ew dê nêzîktirî lihevkirina azadkirina rehîneyan bibin.