Wezîrê Dadê Gül: Nîzama statukoparêz ji Torosên Sipî û kustina failên wan nediyar hezdikin
PeyamaKurd – Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gül, ragihand ku wê destûra nû bi milletê re çêbikin û weha got:
“Statuko (nîzama mayînde) ji Torosên Sipî hez dike. Statuko ji kuştinên failên wan nediyar hezdike. Lê em ê bi zihniyeta ku dixwaze statukoyê, Torosên Sipî, Audiyên reş û kuştinên failên wan nediyar heya sala 2023 ê bibin û dixwazin dewam bikin, bi wan re têbikoşin.”
Gül axaftina xwe li Aksarayê di Rêxistina Îmam Xatîban ya 18 em de kir. Di civînê de wezîrê dadê Abdulhamit Gül, wekîlê AKP ê Numan Kurtulmuş, serokê Partiya Büyük ê Mustafa Destici, kesên dawetkirî û endamên protokolê hebûn. Gül, li ser mijara dadweriyê û merhametê axifî. Di behsa pêvajoya 28 ê sibatê de ku leşker bi takq û topan derketibûn nav kolanên Ankara û desthilata wê wextê tehdîd dikirin, weha got:
“Ew kesên bi milletê me rojên tarî dan jiyandin, li ser îrada milletê yên wesayet û derbê lê xistin, me car din bi dadweriyê bersiva wan da. Em ê destûra bingehîn bi milletê re çêbikin. Hinek ji statukoyê razî ne. Çima? Nanê wan ji statukoyê tê. Lê em ê bi statukoyê re têbikoşin. Em ê nîzama heyî di leha milletê de biguhêrin.”
Berya AKP bibe desthilat, li Kurdistanê otomobîlên marka wan Toros û sipî digeriyan û dilê wan bixwesta kî bikuje, wan dixistin otomobîlên sipî yên Toros û wan dibirin, dikuştin û cenazê wan davetin nav araziyekî. Di nav kuştiyan de Kurd, Tirk, oldar, karsaz li dora 16 hezar kes hebûn ku hê jî kujerên wan nediyarin. Tevî AKP soz dabû ku wan dosyayan bixe rojevê û hemû kiryaran derxe ortê, ji ber hinek sedemên nediyar heya niha wan dosya venekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin