Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser hevpeyvîna li gel Ocalan, daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, li ser daxwaza Partiya DEMê ya ji bo serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê got, “Pêvajo dewam dike. Em ê li ser diyarkirina rojeke guncaw bixebitin.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç beriya ku bikeve Lijneya Giştî ya Meclisê ya ku dê budçeya wezareta wî were nirxandin, bersiv da pirsên rojnamevanan.
Wî berê bi daxuyaniyekê li ser daxwaza Partiya DEMê serdana Îmraliyê wiha gotibû: “Wê di demeke maqûl de bersiv bê dayîn.” Li ser pirsa “Ma dawî li wê dema maqûl hatiye?” Tunç, wiha bersiv da:
Serlêdan di 26ê mijdarê de bû. Serlêdan gihîşt me. Wekî ku min wê demê jî ji we re got ‘Em dinirxînin,’ Me gotibû: ‘Ev pêvajo berdewam e.’ Em ê li vir ji bo diyarkirina rojeke guncaw bixebitin. Em ê encamê ji we re ragihînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin