Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Lêpirsîn hat destpêkirin
PeyamaKurd- Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag, li ser êrîşa bi keviran a li Erziromê ya ku li dijî Ekrem Îmamoglû hatibû kirin, daxuyanî da.
Bekir Bozdag di daxuyaniya xwe de diyar kir ku lêpirsîna dadî ya li ser bûyerê dest pê kiriye û da zanîn ku di encama lêpirsînê de biryarên desteserkirina hin kesan jî hatiye dayîn.
Bekir Bozdag, li ser êrîşa bi keviran a li dijî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û namzede Alîkariya Serokomarê Tirkiyeyê Ekrem Îmamoglû ya li mîtînga Erziromê çêbû, wiha axivî:
“Beriya her tiştî, ez xemgîniya xwe ji bo bûyerê bînim zimên. Dilê min dixwaze bûyereke wiha çênebe. Daxwaza me ew e ku di hilbijartineke azad de pêşbirka demokratîk bidome. Em naxwazin tu bûyerek li ser vê yekê bibe siyeke reş. Ez ji welatiyên me yên birîndar re dibêjim derbasî be û ji bo wan şifaya xêrê dixwazim.
Piştî bûyerê tetbîqata dadî hat destpêkirin û di derbarê kesên ku di bûyerê de cih girtine de jî biryara desteserkirinê hat dayîn.
Pêvajo hem ji aliyê Serdozgeriya Komarê û hem jî ji aliyê polîsên dadî ve tê şopandin. Hiqûq dê bixebite, hiqûq çi biryarê bide dê daraz li gorî biryarê bixebite. Yên hatin desteserkirin hene, pêvajo hîn jî berdewam dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin