Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, ji ber wêraniya erdhejê lêpirsîn da destpêkirin

10 February 2023 16:30 0 dîtin
Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, ji ber wêraniya erdhejê lêpirsîn da destpêkirin

PeyamaKurd- Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, li ser rûxandina bi hezaran avahiyan ku di encama erdheja Mereşê de hilweşiyane, lêpirsîn da destpêkirin. Rayedarên yekîtiyê, ji bo delîlên heyî neyên jinavbirin û reşkirin, banga wergirtina nimûneyan kir.

Rêveberên Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê ragihand ku wan di derbarê avahîsaz û rayedarên îdarî yên ku projeyên avahiyên di erdheja Mereşê de rûxiyane û zerar dîtine erê kirine û kontrola wan nekirine de lêpirsîn daye destpêkirin.

Hat diyarkirin ku rêveberên yekîtiyê, di lêpirsîna xwe de daxwaz kiriye ku berpirsiyar bên eşkerekirin û li gorî Yasaya Sizayê ya Tirk, bi tawanê “kuştina bi zanebûn” bên darizandin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku avahîsaz, berpirsên proje erê kirine, berpirsên ku ji bo nîştecihbûnê belgeya destûrê dane, berpirsên şaredariyan û rayedarên ku piştî erdhejê erka xwe bicih nehanîne û kar û xebata rizgarkirinê dereng dane destpêkirin, di çarçoveya lêpirsînê de hatine diyarkirin.

Hat zanîn ku yekîtiyê piştî vê lêpirsînê, ji bo delîl neyên jinavbirin û neyên reşkirin dê ji hejmarek kesên pispor komîsyonek bê avakirin.